Her 10 navçeyên ‘herî lipaşhiştî’ jî li Bakurê Kurdistanê ne

18-04-2024
Nîşan Bakurê Kurdistanê Lipaşhiştin Amar Navçe TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 10 navçeyên herî lipaşhiştî li Bakurê Kurdistanê ne.

Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ya Tirkiyeyê û Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) encamên lêkolîna nevçeyên herî pêşketî eşkere kirin.

Di lêkolînê de rêza pêşketina navçeyan li gorî krîterên “veguhastin, perwerde û jêrxanê” hatiye diyarkirin.

Lêkolîn bi armanca tesbîtkirina kêmasiyên navçeyan hatiye kirin da ku ji bo pêşketina navçeyan ew kêmasî bên temamkirin.

Di encama lêkolînê de derket holê ku 10 navçeyên herî lipaşhiştî li Bakurê Kurdistanê ne.

Rapor bi terma “navçeyên lipaşmayî” behsa van navçeyan dike lê Bakurê Kurdistanê di encama polîtîkayên domdar û cezaker ên dewletê de ji gelek aliyan ve li paş maye.

Li gorî lêkolînê ji Rihayê 2 navçe, ji Amedê 2 navçe, ji Sêrtê 2 navçe û ji Erziromê 2 navçeyan di listeya navçeyên “herî lipaşhiştî” de cih girt.

Ew 10 navçeyên bakurê welêt ev in:

1 - Heran - Riha

2 - Berwarî - Sêrt

3 - Aldûş - Semsûr

4 - Hezro - Amed

5 - Tatos - Erzirom

6 - Kufra - Sêrt

7 -Xamûr - Agirî

8 - Gogsî - Erzirom

9 - Hênê - Amed

10 - Kaniya Xezalan - Riha

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst