Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Afyonê yê Tirkiyê piştî baraneke zêde di encama şemitîna erdê de 2 otomobîl di bin axê de man. Kesekî di wan otomobîlan de canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Roja Sêşemê 13ê Hezîrana 2023an li navçeya Dazkirî ya Afyonkarahîsarê di demjimêrên piştî nîvro de bareneke bihêz barî.
Piştî baranê li ser rêya sereke ya Afyonkarahîsar-Denîzlî erd şemitî û 2 otomobîl di bin axê de man.
Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD), cendirme û polîsan çûn cihê bûyerê.
Tîmên rizgarkirinê ji wan herdû otomobîlên ku di bin axê de mane termê kesekî derxistin û kesek jî bi birîndarî hat rizgarkirin.
Li aliyê din ew aliyê rê yê ku erd lê şemitîbû, bo trafîkê hat girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse