Wezîrê Dadê yê Tirkiyê derbarê gotinên kirêt ên dijî Başak Demîrtaş daxuyanî da

14-06-2020
RÛDAW
Nîşan Başak Demîrtaş Selahedîn Demîrtaş Abdulhamît Gul Wezîrê Dadê yê Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê li ser gotinên kirêt ên derbarê Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Rûmet, namûs û heysiyeta mirov di ser her tiştekî re ye. Hiqûq dê li hemberî van gotinên bêedeb û provakatîf tişta pêwîst bike.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhemît Gul li hejmara xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kir û ew twita ku tê de bêrêzî û bêedebî li hemberî Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş hatibû kirin, şermezar kir û tekez kir ku “tişta pêwîst dê bê kirin.”

Abdulhamît Gul got, “Ez wê posta kirêt a li dijî Başak Demîrtaş şermezar dikim û vê kiryara bêehlaq û tehkîrker bi şêweyekî herî tund lanet dikim. Rûmet, namûs û heysiyeta mirovekê di ser her tiştekî re ye. Hiqûq dê li hemberî van gotinên bêterbiye û provakatîf, tişta pêwîst bike.”

Herwiha Nacî Bostanci, Serokê Fraksiyona AK Partiyê li parlamentoyê jî nerazîbûn nîşanî wan gotinên kirêt ên li dijî Başak Demîrtaş dan û got, “Belê ji bo rexneya siyasî lê nexêr ji bo bêehlaqiyê. Ew kesê derbarê Başak Demîrtaş de gotinên bêşerm belav kirine, dê hesab bide hiqûqê.”

Wekîlê Fraksiyona Partiya Komarî ya Gel (CHP) li parlamentoyê  Ozgur Ozel jî li hejmara xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kir û got, “Ez wê êrişa kirêt a li dijî birêz Başak Demîrtaş şermezar dikim. Divê li ser ‘butona kesk’ ku kesê êrişkar bikar tîne, partiya wî daxuyanî bide. Kesên li hemberî êrişan bêdeng dimînin bila bizanin ku vî zimanî han didin.”

Cîgirê Serokê Partiya Paşerojê Vahdettîn Înce jî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û ragihand, “Ez êrişa kirêt û bêexlaqî ya li dijî Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş, bi tundî şermezar dikim. Ji dijmintiyê re jî exlaq û namûs lazim e.”

Li aliyê din, Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê jî li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir, derbarê wî kesê ew gotinên kirêt li dijî Başak Demîrtaş belav kirine, lêpirsîn hatiye destpêkirin û biryara desteserkirinê hatiye derkirin.

Ev di demekê de ye ku duh di demjimêrên êvarî de, kesekî bi navê Vedat Yazicî li hejmara xwe ya Twitterê bi gotinên kirêt, bêrêz û bêedeb êrişî Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş hevserokê berê yê HDPê kiribû û vê yekê karvedaneke cidî bi xwe re aniye û bûye cihê nerazîbûneke mezin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst