Tirkiye pereyê dezenfektanê ji otomobîlên Herêma Kurdistanê distîne

14-05-2024
Nîşan Deriyê Sînorî Xabûr Dezenfektan Pere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Xabûrê pereyan ji otomobîlên Îraq û Herêma Kurdistanê distînin.

Li Deriyê Sînorî yê Xabûrê yê ku dikeve aliyê Bakurê Kurdistanê û ji aliyê Rêveberiya Gumrukê ya Tirkiyeyê ve tê birêvebirin, di bin navê dezenfektanê de 200 lîreyên Tirkî ji welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê tê standin.

Herçend wî pereyî ji bo dezenfektanê distînin jî li ser makbûzê wekî bexş tê nivîsandin.

Li gelek welatan ji ber ku metirsiya Coronayê nemaye tedbîrên ku dema pandemiyê hatibûn wergirtin hatin betalkirin.

Hikûmeta Tirkiyeyê herçend tedbîrên pandemiya Coronayê nemabin jî heta niha jî ji welatiyan pereyan dîstine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst