Kemal Kiliçdaroglu serdana Mîthat Sancar kir

14-05-2022
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar Kemal Kiliçdaroglu Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bi armanca taziyê serdana Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar kir ku roja Çarşemê koça dawî kiribû.

Dayika Hevserokê Giştî yê  Partiya Demokratîk a Gelaj (HDP) Mîthat Sancar, Munîre Sancar Roja Çarşemê 13ê Gulana 2022ê li Nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawî kiribû. Beşek ji siyasetmedarên Tirkiyê bi armanca tazî û sersaxiyê serdana Mîthat Sancar dikin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî şeva borî 13ê Gulana 2022ê  ligel şandeke partiya xwe  serdana hevserokê HDPê kir û sersaxî li wî kirin.

Cenazeyê Munîre Sancar roja Înê 13ê Gulana 2022ê piştî nimêja esrê ya li Mizgefta Yayli Miraç  li  Goristana Kocasînanê ya Stenbolê bi axê bê spartin.

Munîre Sancar a 78 salî ev demek bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelîevler a Stenbolê dihat dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst