Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê komeke nû ya bi navê Yenî Yolê (Rêya Nû) hat damezirandin.
Koma Yenî Yolê (Rêya Nû) ji Partiyên Saadet, Paşeroj û DEVAyê pêk tê.
Partiyên Saadetê, Partiya Demokrasî û Bipêşveçûnê (DEVA) û Partiya Paşerojê di çarçoveya “partiya ban” de bûn yek û li Parlamentoya Tirkiyeyê koma Yenî Yolê (Rêya Nû) ava kir.
Li gorî zanyariyan karûbarên damezirandina koma Yenî Yolê temam bûne.
Parlamenterên Partiyên Saadet, Paşeroj û DEVAyê daxwaznameyên derbarê îstifakirina ji partiyên xwe û derbasbûna koma nû pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya kirine û bi vî awayî jî koma Yenî Yolê (Rêya Nû) hat avakirin.
Parlamenterê Partiya Saadetê Bulent Kaya wekî Serokê Komê hatiye destnîşankirin û Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Erkmen û Parlamenterê Partiya Paşerojê Selçuk Ozdag jî wekî wekîlên serokê komê hatin diyarkirin.
Li gorî zanyariyan koma Yenî Yolê (Rêya Nû) roja çarşemê civîna xwe ya yekem a li Parlamentoya saz dike.
Tê pêşbînîkirin ku Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan û Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan di civîna yekema a komê de biaxivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse