Erdogan û Serokê HUDAPARê civiyan

13-12-2023
RÛDAW
Nîşan HUDAPAR Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) li Enqereyê civiyan.

Yapicioglu piştî civînê ragihand ku naveroka civînê hilbijartinên şaredariyan bû û got:

“Wek prensîb daxwaz û îradeyek li ser berdewamiya Hevpeymana Cumhur di hilbijartinên xwecihî de jî heye.”

Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan ku dê 31ê Adara 2024an bên kirin, hevdîtinên di navbera partiyan de zêde bûne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu, li Navenda Giştî ya AK Partiyê civiyan.

Civîn derdora demjimêrekê berdewam kir û ji ragihandinê re girtî bû.

Zekeriya Yapicioglu piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku naveroka civîna wan hilbijartinên xwecihî bû.

“Pêwîst bike em dê daxuyaniyekê bidin”

Yapicioglu amaje bi wê yekê da ku wek prensîb daxwaz û îradeyek li ser berdewamiya Hevpeymana Cumhur di hilbijartinên bê de jî heye û got:

“Hevalên me dê rojên pêş li ser hûrgiliyan bixebitin. Eger hûrgilî zelal bûn û pêwîst bike em dê daxuyaniyekê bidin raya giştî.”

Serokê HUDAPARê li ser pirsa “Di civînê de derbarê hilbijartinên xwecihî behsa hevahengiyê hat kirin?” got ku eger dema wê hat ew dê vê yekê eşkere bikin.

Zekeriya Yapicioglu ragihand ku hevdîtinên di asta şandeyên her du partiyan de jî dê dest pê bikin û got:

“Dê şandeya AK Partiyê bi serokatiya birêz Efkan Ala be. Şanda me jî dê bi serokatiya Serokwekîlê me yê giştî Îshak Saglam be.

Şandên sê kesî dê van xebatan bikin. Dê hewl bidin di çend rojên pêşiya me de bigihin encamekê.”

Serokê HUDAPARê herwiha ragihand dibe ku civîna şandeyên AK Partî û HUDAPARê roja pêncşemê yan jî înê dest pê bikin.

AK Partiyê jî li ser hesabê xwe yê tora civakî dîmeneke civîna Erdogan û Yapicioglu belav kir û got:

“Serokê me yê Giştî û Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya partiya me pêşwazî li Serokê Giştî yê HUDAPARê kir.”

Erdogan roja sêşemê li navenda partiya xwe bi Serokê Partiya Refahê Fatîh Erbakan re jî civiyabû.

HUDAPAR di hilbijartinên Gulana îsal de hevpeymanê AK Partiyê bû, ji lîsteyên AK Partiyê ket hilbijartinan û 4 kursî li Parlamentoya Tirkiyeyê bi dest xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst