Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar berdewam e

13-10-2022
RÛDAW
Nîşan Lîreyê Tirkî Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nirxê lîreyê Tirkî, careke din li hember dolar û pereyên biyanî dadikeve û dolarek bû 18.60 lîre.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û pereyên biyanî berdewam e. Îro 13ê Cotmehê li bazarên Tirkiyê, nirxê her dolarekî Amerîkî bi 18.60 lîre ye.

Hikûmeta Tirkiyê ji bo rê li ber daketina nirxê lîreyê Tirkî bigire, îsal sîstema parastina lîreyê Tirkî bi misogeriya zêdebûna dolar ragihandibû.

Li gor biryarên nû yên aborî, welatiyên pereyên xwe wek lîre li bankayan razînin, zirara wan a li hember dolar dê ji aliyê xezîneya dewletê ve bê dabînkirin.

Tevî hewldanên hikûmetê jî daketina nirxê lîreyê Tirkî berdewam e û her diçe lîreyê Tirkî li hember dolar û pereyên biyanî nirxê xwe ji dest dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst