Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eregliyê ya parêzgeha Zonguldakê yê Tirkiyeyê kaneke komirê bi ser karkeran de hilweşiya.
Di bûyerê de karkerekî canê xwe ji dest da û 3 karker jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan li navçeya Eregliyê ya Zonguldakê kaneke komirê ya girêdayî Saziya Komirê ya Tirkiyeyê ji ber sedemeke nediyar hilweşiya û 4 karker di bin xirabeyên wê de man.
Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê, Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) çûn cihê bûyerê.
Tîman ji bo derxistina karkerên di bin kanê de mane xebat da destpêkirin.
Parêzgarê Zonguldakê Osman Hacibektaşoglu ragihandibû ku 4 karker di bin kana hilweşiyayî de mane.
Hacibektaşoglu herwiha diyar kir ku tîman xwe gihandiye 3 karkeran û karekerek jî bi birîndarî hatiye derxistin ku birînên wî xedar in.
Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê jî ragihand ji 4 karkerên di bin kanê de mane yekî ji wan canê xwe ji dest daye û 3 jî bi birîndarî hatine rizgarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse