Ji bo Tirkiyê hişyariya germaya zêde hat dayîn: Li hinek bajaran dê bibe 44 pile

13-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên Tendirustiyê bang li Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê û saziyên peywendîdar kirin ku ji bo “Plana Çalakiya Tendirustiyê ya Germê” bikevin tevgerê. Li seranserê Tirkiyê germahiya hewayê ji 5 heta 10 pileyan zêde bûye û tê pêşbînîkirin ku li hin bajaran germahiya hewayê bigihe 44 pileyan.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB), Desteya Komeleyên Pisporî ya TTBê û Komeleya Pisporên Tendirustiya Xelkê jî di nav de hejmarek rêxistin û saziyên tendirustiyê derbarê germaya zêde û bilindbûna pileyên germê li Tirkiyê hişyarî dan.

Wan saziyan bi daxuyaniyekê bang li saziyên peywendîdar kirin ku li beramber germaya zêde ya krîtîk tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Herwiha daxwaz kirin ku “Plana Çalakiya Tendirûstiyê ya Germê” bê amadekirin.

Rêxistinên tendirustiyê dibêjin:

1- Germa li bajaran ji ber betonê zêdetir dibe. Ji ber qadên axê û kesk kêm bûne.

2- Germa di encama bikaranîna enerjiyê de derdikeve jî sedemeke din a zêdebûna germê ye.

3- Di rewşa asayî de mirov divê di navbera 17 û 31 pileyan de bijî. Ji vê zêdetir germa bandoreke xirab li tendirûstiya mirov dike.

4- Germa zêde dibe sedema nexweşiyên wek lêxistina tavê, senkopa germê û firka germê.

5- Metirsiya herî zêde germa bandorê li nexweşiyên hene dike û heta dibe sedema mirinê jî. Kesên bi temen, zarokên biçûk û pitik, jinên ducanî û kesên nexweşiyên wan ên daîmî hebin hê zêdetir di metirsiyê de ne.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca jî heman rojê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û hişyarî da ku welatî nîvro dernekevin derve.

Koca dibêje: “Lêxistina tavê dema germa laş derdikeve ser 40 pileyan rewşa Hipertermi ye û ciddî ye. Kesên bi temen û zarok, ên ku bi nexweşiya şekir, tansîyona bilind, nexweşiya dil, tengenefesî (astim) ne di gruba metirsîdar de ne. Pêşniyara me ew e, kesên wiha di demjimêrên ku germa derdikeve asta herî jor de dernekevin derve.”

Li Tirkiyê bilindbûna pileyên germaya hewayê ku ji destpêka hefteyê û vir ve dest pê kiribû, ji îro pê ve dê bigihe rekorekê.

Tê payîn ku pileyên germaya hewayê li 3 bajarên Antalya, Aydin û Manîsayê bigihe 43 pileyî, û bi vî awayî dê bibin 3 bajarên herî germ ên li Tirkiyê.

Ji bo roja Şemiyê jî tê pêşbînîkirin ku germahiya hewayê li Edene û Aydînê bibe 44 pileyî.

Li seranserê Tirkiyê germahiya hewayê ji 5 heta 10 pileyan zêde bûye û tê pêşbînîkirin ku li hin bajaran germahiya hewayê bigihe 43 pileyan.

Duh germahiya hewayê li gelek bajaran 35 pile derbas kiribû. Îro û sibe germahî dê dîsa li Stenbolê 35-36 be, li Çanakkale, Balikesîr û Îzmîrê germahiya hewayê dê 38-39 pile be. Germahiya li hundirê Egeyê wê 40 pile be. Li Edene û Antalyayê li Deryaya Spî germahiya hewayê dê bigihe 40 pileyî. Li Enqere û Qeyseriyê li Anatoliya Navîn germahiya hewayê dê 38 pile be.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst