Umît Ozdag: Bila li ser sînorên me mayîn bên danîn

13-06-2023
Ferdî Sak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zafer Umît Ozdag ku bi dijayetiya koçberên Sûrî tê naskirin, got ji bo ku rê li ber hatina koçberan bê girtin divê Tirkiye ji Peymana Ottawayê vekişe û sînorên xwe mayîn bike.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku partiya wî li ser bingehê nijadperestî û dijayetiya koçberan hatiye avakirin, îro 13ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê hatina koçberên biyanî û bi taybet Efxanî bo nav Tirkiyê de peyamek balkêş belav kir.

Ozdag di peyama xwe de vê carê dijayatiya xwe ya li hember koçberên Efxan gihand lûtkeyê û daxwaz kir ji bo rê li hatina wan koçberan bê girtin, divê Tirkiye ji Peymana Ottawayê vekişe û sînorên xwe mayîn bike.

Umît Ozdag di peyama xwe de dibêje: “Çavkaniyên Îranê radigihînin ku di meheke dawî de 20 hezar Efxan ji ser Îranê re derbasî Trikiyê bûne. Yekane çareserî derketina ji Peymana Ottawayê û danîna mayînan li ser sînorên me ye.”

Peymana Ottawayê peymaneke navdewletî ya li dijî danîn, berhemanîn û bikaranîna mînên bejayî û danîna mayînan qedexekirî ye û bi rêya vê peymanê hewil tê dayîn ku mayînên berê hatine danîn jî li ser sînoran bên paqijkirin û jinavbirin. 

Ev peyman di 1ê Adara 1999an de ketiye warê cîbîcîkirinê û ji aliyê 131 welatan ve hatiye pesendkirin û 146 welatan jî peyman îmze kirine. Tirkiyê jî di sala 2004an de ew peyman îmze kiriye.

Piştî ku Talîban li Efxanistanê bû desthilat û hikûmeta xwe pêk anî, koça koçberên Efxan bo welatên biyanî bi taybet Tirkiyê zêde bûye. Koçberên Efxan bi rêya sînorên Îranê derbasî parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê dibin û ji wir jî diçin bajarên mezin ên wek Stenbol, Enqere û Îzmîrê yên Tirkiyê.

Bi gotina berpirsên hikumeta Tirkiyê, hejmara koçberên Efxan ên li Tirkiyê derdora 300 hezar kesî ye, lê beşek ji opozîsyonê jî îdia dikin ku ew hejmar zêdetir e û derdora 1.5 milyon koçber e.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst