Li Tirkiyê vegerandina koçberên Sûrî di bangeşeya aliyên siyasî hat bikaranîn

13-05-2023
RÛDAW
Vegerandina koçberên Sûrî dîsan rojeva siyasiyan bû
Vegerandina koçberên Sûrî dîsan rojeva siyasiyan bû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Hevpeymaniya Millet  bo porsta serokmariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu û  Hevpeymaniya Cumhur bi wê yekê tohmetbar dike ku helwesta wan a li beramber penaberan bi her alî ziyan gihandiye Tirkiyê. Lê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu amaje bi wê yekê da ku di civîna 4 alî ya li Moskowayê  yan navbera Sûriyê, Tirkiyê, Iran û Rûsiya de mijara Penaberan jî gotûbêj kirine.

Ligel barîna baranê li Enqereya paytexta Tirkiyê berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu li ser dikê bi coşa alîgirên xwe sozên xwe yên hilbijartinên 14ê Gulanê dûbare kirin.

Yek ji mijara sereke careke din vegera koçberên Sûrî bû.

Kiliçdaroglu ji destpêkê ve Hevpeymaniya Cumhur bi wê yekê tohmetbar dike ku helwesta wan a li beramber koçberan bi her alî zerar daye Tirkiyê.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu got: “Sînorên me kirine wek xana ku hemû kes tê re derbas dibin. Herî dereng di nav 2 salan de em dê vê yekê jî rast bikin. Herî dereng di nav 2 salan de, em dê hemû birayên xwe yên Sûrî bişînin welatên wan."

Li Tirkiye zêdebûna koçberan guşareke li ser desthilata AK Partî û MHPê, lê ligel vê yekê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û hemû rayedarên desthilatê her dem mana koçberan diparêzin.

Lê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu 13ê Gulanê li parêzgeha Antalya ya Tirkiyê amaje bi wê yekê da ku di civîna 4 alî ya li Moskowayê de mijara koçberan jî gotûbêj kirine.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu  got: “Beriya 2 rojan ez li Moskowê bûm û beşdarî civîna 4 alî ya Îran, Rûsya, Sûriyê bûm. Gotin em rê nadin ku li Sûriyê PKK û DAIŞ korîdorên terorê ava bikin. Herwiha em dê ji bo koçberên Sûrî yên ji şer reviyane bi awayekî ewle vegerin hevkariyê bikin."

Sibê roja Yekşemê hilbijartinnên 14ê Gulanê tên kirin û di vê hilbijartinê de nêzîkî 170 hezar welatiyên Sûrî dê bikaribin dengê xwe bikarbînin.

Li gor rapirsiyan egerek zêde heye ku dengê xwe bidin Hevpeymaniya Cumhur ji ber koçber naxwazin vegerin Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst