Biryar derbarê 3 tohmetbarên bûyera xeniqîna Alan Kurdî de hat dayîn

13-03-2020
RÛDAW
Nîşan Alan Kurdî Kobanî Rojava Bodrum Mugla Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê 3 kesên tohmetbar ku bûne sedema xeniqîna Alan Kurdî li deryaya Egeyê, hatin girtin û her yek ji wan bi 125 sal zîndanê hatin cezakirin.

Li bajarê Edenê 3 kes hatin girtin ku tohmetbar in derbarê bûyera ku tê de Alan Kurdî, zarokê 3 salî yê ji Kobaniyê, canê xwe ji dest dabû û termê wî li peravên deryayê li bajarokê Bodrumê ser bi parêzgeha Muglayê ve hatibû dîtin.

Her yek ji Cebraîl E., Ecewît Bulent G. û Elî Can Ş. ku tohmetbarên binavbûna wê belemê bûn ku 2yê Îlona 2015an de 16 penaberên Sûrî hilgirtibû û Alan Kurdî jî di nav de bi niyaz bûn bi rêya neyasayî derbasî Yunanê bibin, şeva derbasbûyî ji aliyê tîmên asayişê ve li bajarokê Karakaş li Edenê hatin desteserkirin.

Piştî rêkarên asayişê, ew tohmetbar bo dadgehê hatin şandin û ji aliyê Dadgeha Ceza a Giran a Bodrumê ve bi rêya sîstema deng û reng hatin dadgehkirin û bi tawana ‘kuştina bi qestî’ 5 kes , her yek ji wan bi 125 sal zindanê hatin cezakirin.

Piştî temambûna rêkarên yasayî, tawanbar bo girtîgehê hatin veguhastin.

Di encama binavûna wê belemê de Alan Kurdî jî di nav de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst