HEDEPê stratejiya xwe ya hilbijartinên xwecihî diyar kir

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan HEDEP Hilbijartinên Xwecihî Tuncer Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan ragihand ku dê li Bakurê Kurdistanê bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin.

Tuncer Bakirhanda zanîn ku li bajarên Tirkiyeyê jî dikarin bi partiyên din re tifaqê bikin.

Li Enqereyê “Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a HEDEPê” ya bi dirûşma “Bi civaka birêxistinkirî ber bi rêveberiyên herêmî ve” tê lidarxistin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan di axaftina konferansê de biryara partiya xwe ya derbarê hilbijartinên xwecihî de eşkere kir.

Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew dê wekî partî li gorî daxwaza gelê xwe tevbigerin.

“Deriye me ji tifaqan re vekiriye”

Bakirhan da zanîn ku deriyê wan ji bo tifaqa hilbijartinê re vekirî ye û got:

“Em dê di heyama pêş de destpêkê şaredariyên qeyûm li ser wan hatine danîn azad bikin. Herwiha em dê li herêmê şaredariyên di bin rêveberiya xirab a AKPyê de wergirin.

Em dê li tevahiya bajarên ku yekemîn û duyemîn in bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinê bibin.”

Bakirhan herwiha eşkere kir ku ew dê hevserokan li gel meclîsa şaredariyê û meclîsa bajêr piştî hevdîtinên berfireh diyar bikin û wiha domand:

“Em bêyî gel biryarê nadin”

“Dixwazim li pêşberî we ji raya giştî re ragihînim, em li rojavayê ji tifaqan re vekirî ne.

Em bêyî we bi hevpeymanên xwe re ti axaftin û xebatan nakin û biryaran nadin. Em dê bi we re parve bikin.

Ez dixwazim bibêjim ku li Tirkiye û Kurdistanê jî li bajarên ku gelên me zêde ne, ji bo îradeya gelê me bê temsîlkirin, em ji tifaqan re amade ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst