Tirkiye çekên giran dişîne bo ser sînorê Sûriyê

12-02-2020
RÛDAW
Erdogan bi tundî gef li Sûriyê xwar
Erdogan bi tundî gef li Sûriyê xwar
Nîşan Tirkiye Sûriye Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Tirkiyê, li ser şandina hêza serbazî bo piştevaniya yekîneyên wî welatî yên Idlibê berdewam e, îro jî karwanekî serbazî ku çekên giran lixwe digire bo sinorê Sûriyê hat şandin.

Di demekê de ku artêşa Sûriyê nêzîkê Idlibê bûye û şer û pevçûn berdewam in, artêşa Tirkiyê rojane ‎hêz û çekên giran wek tank û topan vediguhêze ser sînor û nav axa Sûriyê. Îro jî karwaneke serbazî ji Aksarayê ber bi Edaneyê ve rêket û biryar e weke piştevaniya hêzên Tirkiyê yên li Idlibê here ser sînor.

Di van rojên dawî de tevgera leşkerî, bombebaran û şer û pevçûn li Idlibê zêde bûne û hêzên hikûmeta ‎Sûriyê jî gihiştine nêzîkê Idlibê û 8 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê jî hatine dorpêçkirin.

Karwanekî ‎leşkerî ku15 wesayîtan pêk dihat bi rêya E-90 ji Aksarayê di bin tedbîrên ewlekariyê de ber bi Edaneyê ve rêket.

Hat zanîn ku ew karwana leşkerî  bo nav axa Sûriyê bên şandin wek piştîvaniyekê ‎bo yekeyên leşkerî yên Tirkiyê li Idlibê û deverên din ku niha di jêr kontrola Tirkiye û grûpên çekdar ên ‎girêdayî wê de ne.‎

Herwiha karwanê leşkerî yê artêşa Tirkiyê ku doh ji 20emîn Fermandariya Lîwaya Zirxpoş a Riha, Kaniya Xezalan û Serê Kaniyê ket rê, di jêr tedbîrên ewlekariyê de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Li gor agahiyên hatine belavkirin, karwanê leşkerî ku ji çekên giran pêk dihat, li binkeyên leşkerî yên artêşa Tirkiyê ên li Rojava û Sûriyê tên bicihkirin.

Ev yek di demekê de ye ku  li ser daxwaza aliyê Tirkiyê, serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn peywendiyeke telefonî derbarê rewşa Sûriyê bi giştî û pêşhateyên herî dawî li Idlibe de pêk anîne.

Her îro Erdogan hişyariyek tund da Sûriyê û da xuyakirin, ew dê heta dawiya meha Sibatê, hêzên rejîma Sûriyê ji cihên kontrolkirî yên li Idlibê derxînin û wan bibin heta pişt xalên xwe yên çavdêriyê û eger biçûktirîn zirar bigihîje serbazên wan, ew dê li her derî hêzên rejîmê bikin armanc û li wan bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst