ISIG: Di 11 salan de 695 zarokên karker mirine

11-06-2024
RÛDAW
Nîşan Zarokên Karker Tirkiye Bakurê Kurdistanê ISIG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - ISIGê ragihand ku di 11 salên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistan herî kêm 695 zarokên karker li ser kar mirine.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) îro bi helkefta 12ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Karekeriya Zarokan raporeke taybet a derbarê karkeriya zarokan de belav kir.

ISIGê ragihand ku di navbera salên 2013-2024an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistan herî kêm 695 zarokan di dema kar de yan bi qeza canê xwe ji dest daye an jî hatine kuştin.

Salane 60-70 zarok dimirin

Li gorî ISIGê, salane jî herî kêm 60 heta 70 zarok li ser kar canê xwe ji dest dide.

Di raporê de ew sektorên kar ên ku zarokên karker tê de canê xwe ji dest daye jî yek bi yek hatine diyarkirin.

Mirinên herî zîde di sektorên çandinî û daristanan de ne

Li gorî raporê, ji 695 zarokên ku di 11 salên dawî de li ser kar canê xwe ji dest daye 383yê wan di sektora çandinî û daristanan de bûne.

75ê wan di sektora avahîsazî û rêyan de, 52yê wan di sektora hesin an pîşesaziyê de, 49ê wan di sektora xizmetguzariyê yên wekî hewandin an otel û hwd. û 24ê wan jî di sektora xorakê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî raporê sedema mirina ji sedî 28ê karkerên zarok bûyerên trafîkê ne.

Ji sedî 17ê wan ji ber bijehrêketin an jî xeniqînê cane xwe ji dest daye.

Herwiha ji sedî 14ê wan jî ji ber hilweşînan canê xwe ji dest daye.

596 kur û 99ê wan keç in

Ji 695 karkerên zarok ên ku di 11 salan re li ser kar canê xwe ji dest daye 596ê wan kur û 99ê wan keç bûn.

80 ji wan jî zarokên koçber in.

Mirin herî zêde li Rihayê ne

Herî zêde zarokên karker bi hejmara 52 li Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê cane xwe ji dest daye.

Piştî Rihayê, parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê û bajarê Stenbolê yê Tirkiyê jî bi mirina 40 karkerên zarok di rêza duyem de ne.

Li Edeneyê jî ku hejmareke zêde ya Kurdan lê dijîn 36 zarokên karker canê xwe ji dest daye û di rêza sêyem de ye.

Piştî wê Konya bi mirina 25 zarokên karker 4emîn û Antalya jî bi mirina 22 zarokên karker 5emîn bajar e ku herî zêde zarokên karker lê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst