Akşener: Li Tirkiyê ti caran wek niha zimanê hilbijartinê kirêt nebûye

11-05-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka IYI Partiyê Meral Akşener li parêzgeha Çanakkaleyê ji alîgirên xwe re got, “Li Tirkiyê ti caran wek niha zimanê hilbijartinê kirêt nebûye.”

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener li parêzgeha Çanakkaleyê di destê wê de gêzik û peyama wê li ser gotinên ku alîgirên Hevpeymaniya Cumhur ji bo Kiliçdaroglu nivîsandibûn e û dibêje zimanê hilbijartinê ti caran wiha kirêt nebûye.

Seroka IYI Partî Meral Akşener anî ziman, “Ez 30 salin bi awayekî çalak di nav siyasetê de me. Ez ji malbateke siyasî me. Hafizeyeke min ya 50 salan heye. Lê ti caran bi zimanekî wiha pîs û kirêt em neçûbûn hilbijartinê.”

Ligel vê yekê Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê û berbijêrê parlamenteriyê li parêzgeha Orduyê di serdana xwe ya Herêma Pîşesaziyê de îdîa kir ku di dema desthilata partiya wan de pêşiya jinan hatiye vekirin daku cihê xwe di warê aboriyê de bigrin û ew girîngiyê didin jinan.

Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê Mahmut Ozer got, “Li Enqerê di encama kar û xebatê astengiyên li pêşiya sektora kar hatin rakirin û encamên wê li vê derê dîtin mirov kêfxweş dike. Tirkiye êdî di her warî de bi taybetî bi beşdarbûna jinan bo vê sektorê ber bi asteke cûda ve diçe. Desthilata me rê vekir ku jin beşdarî her karî bibin. Welatê me êdî dikare di her sektorê de berheman çêbike.”

Di mitinga Hevpeymaniya Cumhur ya 7ê Gulanê de li Stenbolê ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan beşdar bûbû pankartek hatibû bilindkirin û tê de hatibû nivîsandin, “Em serokekî ku wek jinan ji mitbexê dernakeve naxwazin, em serokekî ku wek mêşê kar dike dixwazin.”

Ev yek jî wek heqareta li jinan hatibû nirxandin û li ser medya civakî jî  bûbû sedema karvedanan.

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de Ak Partî 113 jin, CHP 153 jin, IYI Partî 145 jin û Partiya Çepên Kesk 198 jin kirine berbijêr û rêjeya herî zêde ya jinan jî ya Çepên Kesk e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst