Ozgur Ozel ê CHPyî: Sibe ez dê derbarê Soylu de dosyayekê aşkere bikim

11-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Koma CHPê, Ozgur Ozel ragihand, ew dê sibe derbarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu de dosyayekê aşkere bike û destnîşan kir, wî di heman demê de ew dosya daye destê sê hevalên xwe yên din daku eger tiştek bi serê wî hat, ew dosyayê aşkere bikin.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel îro li avahiya Parlamentoya Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de ragihand, ew dê derbarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu de dosyayeke giring aşkere bike.

Ozgur Ozel got, “sibe ez dê derbarê Suleyman Soylu de dosyayekê eşkere bikim” û destnîşan kir, di rewşekê de ku “eger tiştek were serê min, min dosya da sê hevalên xwe yên din.”

Cîgirê Serokê Koma CHPê, Ozgur Ozel diyar kir “Sibe ez dê dosyayek derbarê Suleyman Soylu de eşkere bikim. Ger ez nikaribim vebêjim, em di pêvajoyekê re derbas dibin, eger kesek tiştekî bibêje yan ragihîne, hin tişt tên serê wî... Min dosya daye sê hevalên xwe yên din, ger min nikarî bêjim, ew dê aşkere bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst