Lutfî Elvan li cihê Berat Albayrak bû Wezîrê Gencîne û Darayî yê Tirkiyê

10-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Wezîrê Gencîne û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak dest ji kar berda, Luftî Elvan li cihê wî wek wezîrê nû hat destnîşankirin.

Biryara destnîşankirina Luftî Elvan weke Wezîrê Gencîne û Darayî yê Tirkjiyê yê nû bi biryara Recep Tayyip Erdogan serokomarê wî welatî îro Sêşemî 10ê Mijdarê di rojnameya fermî ya wî welatî de hat belavkirin.

Serokatiya Peywendiyan li Serokatiya Komara Tirkiyê, êvara Duşemê 9ê Mijdara 2020an ragihandibû, Erdogan daxwaza destjikarberdana Berat Albayrak ji posta Wezîrê Gencîne û Darayî yê Tirkjiyê pesend kiriye.

Luftî Elvan ku hêj Serokê Komîsyona Plan û Bûdceyê ye li parlamentoya Tirkiyê, pêştir Wezîrê Gihandinê bûye. Elvan ku parlamenterê AK Partiyê yê li Mêrsînê ye, ji bo ku posta xwe ya nû ya wezaretê werbigire, divê dest ji parlamenteriyê berde.

Pêştir her yek ji Mevlut Çavuşoglu Wezîrê Derve, Suleyman Soylu Wezîrê Navxwe, Abdulhamit Gul Wezîrê Dad û Berat Albayrak jî parlamenter bûn û piştî ku bûn wezîr, dest ji parlamenteriyê berdabûn.

Li gor yasayên Tirkiyê, her parlamenterek bi her sedemekê dest ji kar berde, yan bemire, kes cihê wî/wê nagire.

Bi destjikarberdana Lutfî Elvan ji karê parlamenteriyê, hejmara kursiyên AK Partiyê li parlamentoya Tirkiyê bo 289 kursiyan dadikeve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst