Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê: 181 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin

10-10-2023
Nîşan Alî Yerlîkaya Koçber Qaçaxçî Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di 117 operasyonan de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 181 organîzator û qaçaxçiyên koçberan hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li navçeyên sînorî li dijî qaçaxçî û organîzatorên qaçaxiya koçberan operasyonek daye destpê kirin.

Yerlîkaya eşkere kir ku hêzên wan di 5 rojên dawiyê de 117 operasyon pêk anîne û di wan operasyonan de 181 kes hatine desteserkirin.

Yerlîkaya ameje bi wê yekê da ku dadgehê ji 181 kesan derbarê 62 ji wan de biryara girtinê daye, 14 kes bi mercê kontrola dadî hatine berdan.

Yerlîkaya herwiha da zanîn ku karûbarên yasayî yên derbarê kesên din de jî berdewam dikin.

4 hezar û 758 koçber hatine desteserkirin

Alî Yerlîkaya destnîşan kir ku di operasyonên wan de 4 hezar û 758 koçber hatine desteserkirin û ji bo van koçberan vegerînin welatên wan dixebitin.

Yerlîkaya diyar kir ku ew dê bi koçberiya neyasayî re têbikoşin û dê operasyonên wan ên di vî warî de bidomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst