Şêwirmenda Habîp Eksîk bo Rûdawê: Lingê wî ji 3 cihan şikestiye

10-10-2022
Ferdî Sak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay nerazîbûn li dijî êrîşa polîsan a li ser parlamenterê Îdirê yê partiya xwe Habîp Eksîk nîşan da û got: "Wezîrê Tawanan bi çeteyên ku ji JÎTEMê damezrandine, êrîşî parlamenterên gel dike. Yên ku li ser şaredariyan dest danîne ser îradeya Kurdan niha jî êrîşî nûnerên gel dikin.” Şêwirmendeke wî parlamenterê HDPê ku ketibû ber êrîşa polîsên Tirkiyê ji Rûdawê re ragihand, ji sê cihan lingê Habîp Eksîk şikestiye, neştergeriyek 6-7 demjimêran jê re hatiye kirin û ji serê xwe jî derb xwarine.

Duh Roja Yekşemê 9ê Cotemeha 2022ê li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di 24emîn salvegera derketina Rêberê Girtî yê PKKê ji Suriyê, beşek ji berpirs û parlamenterên HDPê jî di nav de hejmarek kes kombûn û xwestin meşekê lidarbixin, lê polîsan rê nedan û êrişî xwepêşanderan kirin. Lingê parlamenterê HDPê Habîb Eksîk di encama destwerdena tûnd a polîsan de şikest û li nexweşxaneya Bajar a Enqerê neştergerî jê re hatiye kirin.

 Şêwirmendeke wî parlamenterê HDPê ku nexwest navê wê bê diyarkirin, îro 10ê Cotmeha 2022ê   derbarê tendurustiya wî de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got: “Ji sê cihan lingê parlamenterê me şikestiye. Li Nexweşxaneya Bajar a Enqerê neştergerî jê re hatiye kirin û bo demê 6-7 demjimêr di neştergeriyê de maye.”

Wê şêwirmendê  eşkere kir ku Habîp Eksîk ji sere xwe jî derb xwariye û ji ber wê serê wî werimiye û ragihand ku ew dê derbarê mijarê de rapora pizîşkiya Dadî jî werbigirin.

Ev serderiya xirab û tûndûtîjiya li beramber parlamenterekî wan, di nav berpirsên HDPê de bû sedema karvedanan.   

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, îro 10ê Cotmeha 2022ê di cîvîneke çapemeniyê de nerazîbûn li dijî êrîşa polîsan a li dijî Habîb Eksîk û got ku fermana wê êrîşê ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman soylu ve hatiye dayîn.

Ebru Guna got: “Wezîrê Tawanan bi  çeteyên ku ji JÎTEMê damezrandine, êrîşî parlamenterên gel dike. Yên ku li ser şaredariyan dest danîne ser îradeya Kurdan niha jî êrîşî nûnerên gel dikin. Lê yên ku êrîşî îrade û parlamenterên gel dikin, dê di demek nêz de hêza rast a gel bibînin. Dê bersiva gel û cihê xwe yê  ji aliyê gel ve di sepeta zibil a dîrokê de hatiye diyarkirin, teqez bibînin.”

Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ligel beşek ji parlamenterên partiya xwe îro 10ê Cotmeha 2022ê li nexweşxaneyê serdana Habîp Eksîk kirin. HDPê piştî wê serdanê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir û got: “Hevserokên me, rêveberên koma me û parlamenterên me li nexweşxaneyê serdana parlamenterê me kirin ku di encama êrîşa polîsan li Geverê de lingê wî şikestibû. Em ji her demê bêhtir bi moral in û li ser avakirina siberojek azad bi biryar in.”

Ev di demekê de ye Parêzgariya Colemêrgê piştî bûyerê di daxuyaniyekê de  ragihand, "Parlamenterên di nav grûbê de, ji ber avakirina  nêrîneke wiha ku hêzên me yên erkdar  tûndûtîjî li wan kirine, di dema aloziyê de xwe avêtine erdê. Piştre dîmenê xwe yê birîndarbûnê li ser medya civakî parvekirine. Derbarê ew kesên ku beşdarî vê çalakiya ku dihat xwestin bi awayek  neyasayî bê kirin de  karûbarên yasayî berdewam dikin.

Di warê  yasayî de parlamanter xwedî parêzbendî ne û nabe bi ti awayî polîs serederiyeke xirab ligel wan bikin, lê dema mijar dibe Bakurê Kurdistanê û parlamenterên HDPê gelek caran ev yasa ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê tê binpêkirin û parlamenter dikevin ber êrîşên wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst