Li Stenbolê 523 koçber hatin desteserkirin

10-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê di encama lêgerîna hêzên ewlekariyê de 523 koçberên ne qanûnî hatin desteserkirin.

Piştî li ser medyaya civakî dîmênên koçberan hatin belavkirin ku di dîmenan de tê xuyakirin koçber li peravên parêzgeha Stenbolê dikevin nav deryayê û li beramber vê yekê nerazîbûna welatiyan çêdibe, operasyonên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî koçberiya ne qanûnî hatine zêdekirin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan a Stenbolê bi beşdarbûna tîmên ewlekariyê li seranserê parêzgehê dest bi lêkolînê kirine.

Di vê çarçoveyê de bi piştgiriya Rêveberiya Şaxa Bendera Deryayê 16 belem hatine kontrolkirin û di encam de 523 koçber hatine desteserkirin.

Koçberên desteserkirî piştî karûbarên yasayî bo Navenda Paşdevegerandinê ya Îdareya Koçê ya Stenbolê hatin şandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst