RAPOR: Di meha Nîsanê de çend karker li ser kar mirin?

10-05-2024
RÛDAW
Nîşan Encûmena Tenduristî û Ewlehiya Kar (ISIG) Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - ISIGê ragihand ku meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 163 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Encûmena Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya meha Nîsanê ya li ser mirina karkeran belav kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Nîsanê de 163 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Di 4 mehên destpêka îsal de jî herî kêm 597 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Li gorî raporê meha Kanûna Paşînê 161 karkeran, Sibatê 149 karkeran, Adarê 124 karkeran û Nîsanê jî 163 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Bi wateyeke din rojane li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 5 karker li ser kar canê xwe ji dest didin ku wekî kuştinên kar jî tê binavkirin.

Li gorî raporê di Nîsanê de 35 karkeran ji ber hilweşîn an jî herişîna di bin amûrekê de canê xwe ji dest daye.

5 karkerên ku canê xwe ji dest daye zarok in

32 karker bi sedema xeniqîn an jî bijehrîbûnê mirine, 27 karkeran di bûyerên trafîkê yên servîsên kargehan de canê xwe ji dest daye.

16 karkeran ji ber çûyîna xwînê ya ser mejiyê wan canê xwe ji dest daye û 13 karker ji cihekî ketine xwarê û mirine.

Ji ber tundûtûjiyê 13 karker, bi sedema girtina elektrîkê jî 7 karkeran canê xwe ji dest daye.

7 karkeran jî li ser kar dawî li jiyana xwe aniye.

Ji ber bûyerên birîn an jî qetîna endamekî laşê wan jî 4 karker mirine, 3 karkeran jî bi sedema ku tiştek bi ser wan de ketiye an jî di dema kar de ketine canê xwe ji dest daye.

7 karkeran jî ji ber sedemên cuda di meha Nîsanê de li ser kar canê xwe ji dest daye.

Li gorî raporê 5 ji karkerên ku Nîsanê canê xwe ji dest daye zarok in û 7 ji wan jî koçber in.

Ji ber ku tenê Nîsanê li wî bajarî 46 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye Stenbol di mirina karkeran de yekem e.

Di raporê de ew sektorên ku herî zêde karkeran di wan de canê xwe ji dest daye jî hatine eşkerekirin.

Li gorî raporê ji sedî 31ê karkaran di sektora avahîsaziyê de mirine û hejmara wan jî 51 karker in.

Ji sedî 22ê karkerên meha Nîsanê li ser kar mirine jî di sektroa çandinî û daristanan de bûn û hejmara wan jî 36 e.

Ji sedî 12ê karkeran jî di sektora hewandinê de canê xwe ji dest daye ku hejmara wan jî 20 karker in.

Ji sedî 6ê karkeran di sektora veguhastinê de mirine û hejmara wan 10 kes e.

Ji sedî 5ê karkeran jî li şaredariyan li ser kar an jî di kuştinên kar de canê xwe ji dest daye û hejmara wan jî 8 karker in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst