Şaredariya CHPyê konsera Diljen Ronî betal kir

09-11-2024
RÛDAW
Nîşan Diljen Ronî Partiya Komarî ya Gel (CHP) Betalkirina Geştên Asmanî Şaredariya Şîşliyê Şaredariya Kuçukçekmeceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Şîşliyê ya Stenbolê konsera hunermendê Kurd Diljen Ronî bi hinceta “nûjenkirina salonê” betal kir.

Hunermend Diljen Ronî dê 6ê Kanûna Pêşîn li Navenda Çanda Bajêr a Cemîl Candaş a Şaredariya Şîşliyê konserek bida hezkiriyên xwe.

Diljen Ronî diyar kir ku Şaredariya Şîşliyê konsera wî betal kir.

Diljen Ronî ji ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û wiha got:

“Konsera ku em dê 6ê Kanûna Pêşîn roja Înê li Navenda Çanda Bajêr a Cemîl Candaş a Şaredariya Şîşliyê ji ber hinceta nûjenkirinê hat betalkirin.

Piştî daxuyaniya fermî ez dê wê agahdar bikim.”

Her wiha Şaredariya Kuçukçekmeceya Stenbolê jî doh konsera Rojdayê betal kiribû.

Şaredariyên navçeyên Şîşlî û Kuçukçekmeceyê yên Stenbolê di destê Partiya Komarî ya Gel (CHP) de ne.

Divê were gotin ku Rojdayê 5ê Çiriya Pêşîn konserek dabû ku ji aliyê Şaredariya Esenyurtê ve hatibû organîzekirin.

Serokê Şaredariya Esenyurtê (Esenyurt jî şaredariya CHPyê ye) Ahmet Ozer jî beşdarî vê konserê bûbû.

Ahmet Ozer 30ê Çiriya Pêşîn bi hinceta “endamtiya PKKyê” hat girtin û li şûna wî qeyûm hat danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst