Cenazeya jina ku ber avê ketibû hat dîtin

09-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Samsun Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çarşamba ya ser bi parêzgeha Samsunê ya Tirkiyê ve cenazeya jineke ku li ber avê ketibû hat dîtin.

Li navçeya Çarşambayê roja Şemiyê baraneke zêde bariyabû û ava Çemê Abdal nêzîkî 4.5 metreyan bilind bibû. Piştî vê yekê jineke 25 salî ku li kêleka çem bû wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê dest bi kar û xebatan kirin û îro Yekşemê 9ê Temûza 2023an cenazeya jina bi navê Turkan Yilmaz hat dîtin. Cenazeya Turkan Yilmaz ji bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Samsunê hatiye şandin.

Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê jî duh zarokekî 15 salî dema ajelên xwe diçêrandin ji ber lêdana birûskê canê xwe ji dest dabû.

Li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê barîna baranê berdewam e û li çend parêzgehan bûye sedema zerara canî û madî.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê hişyarî daye ku divê welatî ji ber îhtimala rabûna lehiyê tedbîrên pêwîst werbigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst