Sebahat Tuncel û Mehmet Aslan bûne hevserokên DBPê

09-07-2017
RÛDAW
Nîşan DBP SEbahat Tuncel Kongre
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 4emîn kongreya xwe ya awarte de, Sebahat Tûncel û Mehmet Aslan weke hevserok hilbijart.


Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li Enqerê kongreyek saz kir. Di kongreyê de ji bo hevserokên nû jî dengdan hate kirin.

 

Bi giştî 141 dengdêran deng bi karanîn û Sebahat Tuncel û Mehmet Aslan weke hevserokên nû hatine destnîşankirin.

 

Herwiha di kongreyê de 40 kes jî ji bo endamtiya Civata Giştî ya DBPê hatine hilbijartin.

 

Hêjayê gotinê ye, ku Sebahat Tuncel roja 6ê Mijdara 2016ê, bi tometa enamtiya rêxistineke terorîstî, hatibû girtin. Herwiha gelek endam û şaredarên DBPê jî weke yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di girtîgehan de ne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst