TIRKIYE – Prensîbên exlaqî 106 caran hatine binpêkirin

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Lijneya Exlaqî ya Karmendên Hikûmî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Lijneya Exlaqî ya Karmendên Hikûmî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2022an karmend û berpirsên hikûmî 106 caran “prensîbên exlaqî” binpê kirine.

Lijneya Exlaqî ya Karmendên Hikûmî rapora çalakiyên 2022an eşkere kir.

Li gor raporê sala 2022an karmendên hikûmî prensîbên exlaqî yên weke “wergirtina diyarî û bidestxistina berjewendiyan, ji bo berjewendiyên şexsî bikaranîna postên xwe, rêzgirtin û baweriyê” 106 caran binpê kirine.

Herî zêde karmendên pilebilind ên wek şaredar, parêzgar û sekreteran prensîbên exlaqî binpê kirine.

Li gor raporê hejmara karmend û berpirsên hikûmî yên ku prensîbên exlaqî binpê kirine li gor saziyan wiha ne:

  • Şaredarên navçeyan: 33 caran
  • Rêveberên Giştî: 18 caran
  • Qaymeqam: 8 caran
  • Şaredarên bajaran: 8 caran
  • Serokê saziyan û alîkarên wan: 7 caran
  • Şaredarên Bajarê Mezin: 4 caran
  • Şêwirmend û alîkarên wan: 3 caran
  • Saziyên pîşeyî yên di hikmê saziyên fermî de: 3 caran
  • Parêzgar: 2 caran
  • Sekreterê giştî yê Şaredariyê: Carekê
  • Balyoz: Carekê
  • Sekreterê Parlamentoya Tirkiyeyê: Carekê
  • Serokê Lijneya Pişkînîn û Kontrolê: Carekê

Di raporê de hate ragihandin ku herî zêde di mijarên “rêzgirtin” û “baweriyê” de 76 caran prensîbên exlaqî hatine binpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst