Wezîrê Dadê: Doza Can Atalay li derveyî parêzbendiya parlamenteriyê ye

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç Can Atalay Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç li ser rewşa Can Atalay ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de wek parlamenterê Hatayê yê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) hatibû hilbijartin lê heta niha di girtîgehê Can Atalayde ye, axivî û got: “Dosyeya wî yek ji wan dosyeyan e ku li derveyî çarçoveya madeya 14emîn a parêzbendiya parlamenteriyê ye.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an li Parlamentoya Tirkiyê beşdarî merasîma sondxwarina wezîran bû.

Yilmaz Tunç paşê li ser pirsa rojnamevanan derbarê rewşa Can Atalay û egera azadnebûna wî de axivî.

Tunç di axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku ew dê di demeke kurt de bendewariyên di warê dadê de pêk bînin û kar û xebata ku 20 salin kirine dê berdewam bikin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê got: “Girêdayî wî proseya darizandinê berdewam e. Serlêdanên bo Serokatiya Parlamentoyê jî hene û serokatî dê di encama van serlêdanan de li gor bersiva proseya darizandinê tevbigere. Ne li wezareta dadê, dozeke ku li Dadgeha Bilind tê dîtin. Hikûm hatiye dayîn û bi vî awayî dosyeya wî berdewam e. Doza Geziyê mijareke girêdayî sîstema destûra bingehîn e. Dosya wî yek ji wan dosyeyên ku derveyî çarçoveya madeya 14emîn ya parêzbendiya parlamenteriyê ye. Ji xwe dê encam piştî danûstandina Serokatiya Parlamentoyê û Dadgeha Bilind derbikeve.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst