Efserekî Tirkiyeyê di Roja Jinan de hevjîna xwe ya berê kuşt

08-03-2024
RÛDAW
Nîşan Edene Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Edeneyê efserê artêşa Tirkiyeyê yê bi navê Seçkîn Ergu, hevjîna xwe ya berê Feray Balkan ku bijîşk bû kuşt.

Bûyerê îro derdora seat 18:30ê li taxa Guzelyaliya navçeya Çukurovayê ya Edeneyê rû da.

Feray Balkana ku li navçeya Belqîsa Dîlokê Alîkara Serbijîşk bû ji bo serdanê çû mala dayika xwe ya li Edeneyê.

Feray Balkan li ber deriyê apartmana ku mala dayika wê lê bû li rastî efser Seçkîn Erguyê ku nêzîkî berî salekê jê veqetiyabû hat û di navbera wan de nîqaş dest pê kir.

Di nîqaşê de Ergu çeka li pişta xwe derxist û gule li hevjîna xwe ya berê Balkan reşandin.

Li gorî nûçeya DHAyê Balkana ku ji gelek cihên laşê xwe birîndar bû bi giranî birîndar bû û Ergu jî ji cihê bûyerê reviya.

Piştî ku welatiyên li apartmanê dengê çekan bihîstin tîmên tenduristiyê û polîs agahdar kirin.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat diyarkirin ku Feray Balkanê di cih de canê xwe ji dest daye.

Piştî ku dozger û polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin, tîmên tenduristiyê cenazeyê Balkanê ji bo otopsiyê bir morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.

Ergu ji aliyê tîmên Reveberiya Ewlehiyê ya Çukurovayê ve li nêzîkî cihê bûyerê tevî çeka xwe hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst