Başak Demirtaş: Selahattin nehatiba girtin, Edogan nedibû serokkomar

08-02-2021
RÛDAW
Nîşan Başak Demirtaş Selahattin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Başak Demirtaş hevjîna Selahattin Demirtaş diyar kir ku Selahattîn Demirtaş ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û got “Bi biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hemû cîhanê dît ku Selahattîn rehîneyekî siyasî ye.” Hevjîna Demirtaş herwiha diyar kir, “eger Selahattin Demirtaş nehatiba girtin, Erdogan nedikarî bibe serokomarê Tirkiyê.”

Başak Demirtaş ji Panorama Newsê re axivî û dibêje hevjînê wê Selahattîn Demirtaş bi qasî 5 salan, di hucreyek 12 metrekare de, li zindanek bi ewlehiya bilind ku 1700 kîlometre ji wan dûr e, girtî ye.

Li ser vê yekê Başak Demirtaş wiha got “Selahattîn birine cihekî hewqas ji me dûr û hewl didin ku hem hezkiriyên wî û hem jî malbata wî îşkence bikin”

Başak Demirtaş desnîşan kir ku Selahattîn ji bo “weletî demokratîk” têkoşîn dikir û wiha berdewam kir “Nêzîkî 26 sal e Demirtaş dinasim û dema 20 sal e jî hem hevjîn û hem hevalê min e. Ji wê rojê ve ku min Demirtaş nas kiriye, bê cudahiya di navbera mirovan di warê ziman, ol û etnîkî de, bo pêkvejiyana bi yeksanî û aştî, bo wêya bikaribin li welatekî bijîn ku têde demokrasî zêdetir serwer be, xebat dikir.”

Başak Demirtaş ragihand, hevjînê wê Selahattîn Demirtaş ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û ew weke rehîneyeke siyasî di destê desthilatê de bi nav kir û got: “Ji xwe me ji roja ewil ve got ku Selahattin weke rehîneyekî siyasî hatiye girtin. Ji ber ku we bi awayekê hiqûqî nehat girtin. Li gor qanûnan nehat girtin. Ji ber sedemên siyasî hat girtin. Ji ber wê jî me hertim rewşa wî weke rehîneyekî siyasî nas kir. Û di dawiyê de di biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hat tomarkirin. Wate bi biryara DDMEyê re tevaya cîhanê dît ku Selahattin rehîneyekî siyasî ye.”

Başak bang li welatên Ewropayê jî kir û got “Bo demokratîzekirina Tirkiyê û vegera bo prensîpên Yekîtiya Ewropayê, divê welatên Ewropayê helwêsteke bibandortir pêşan bidin, bi kêmanî di mijara pêbendbûna Tirkiyê de bi yasa, destûr û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, daku bibe welatek yasa tê de serwer bin.”

Hevjîna Demirtaş amaje bi wê yekê kir, ku eger Selahatin nehatiba girtin, Erdogan nedibû serokomar û diyar kir “Selahattîn di 4ê Mijadara 2016an de hat girtin piştî vê yekê di demeke kurt de rejîma Komara Tirkiyê hat guhertin. Ger Selahattîn li derve bûya, dibe ku Erdogan nebûya serokkomar.”

Başak Demirtaş ragihand ku desthilat girtina Selahatîn ji bo berjewendiya xwe bikar tîne û destnîşan kir “Mana Demirtaş di zîndanê de ku serokekî siyasî yê bibandor e, bûye derfet bo hevrikên din ên siyasî, ew hevrikê siyasî kî ye? Bêguman serokkomarê niha yê Tirkiyê ye. Dema dibêjin, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cîbicîh nakin û ew biryar wan girê nade, ya rast ew ne aciziyeke li beramber Ewropa yan biryara dadgehê, lê hewldanek e ji bo berdewamkirin û hiştina desthilata xwe ya şexsî û siyasî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst