Parlamentera YSPyê û Turkan Elçî ji ber pîrozkirina tîma voleybolê rûbirûyê rexneyên tund bûn

07-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Voleybol Sevilay Çelenk Turkan Elçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera YSPyê Sevilay Çelenk û Parlamentera CHPyê Turkan Elçî ji ber pîrozkirina Tîma Neteweyî ya Jinan a Voleybolê ya Tirkiyeyê rûbirûyê rexne û nerazîbûnên tund bûn.

Tîma Neteweyî ya Jinan a Voleybolê ya Tirkiyeyê 3ê Îlona 2023an li hember Sirbiyayê bi ser ket û bû şampiyona Ewropayê.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) Sevilay Çelenk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî pîrozbahî li wan kir û got:

"Lîstikvanên me yên voleybolê pir nuwaze bûn. Kelecaneke mezin pêk anîn. Çi tiştê baş hebe li wê derê jin hene. Bravo.”

Pîrozkirina Sevilay Çelenkê di nav siyasetmedar û civaka Kurdan de bû sedema nerazîbûneke zêde.

“Kesên bi dengên Kurdan hatine hilbijartin nabe serkeftinên dagirkeran pîroz bikin”

Gelek kesan li ser medya civakî li dijî Sevilay Çelenkê nerazîbûn nîşan dan û ragihandin: “Nabe kesên bi dengên Kurdan hatine hilbijartin bi serkeftinên dewleta dagirker kêfxweş bibin û pîroz bikin.

Divê Kurd serkeftinên dewletê ji xwe re nekin pêşeng û weke yê xwe nebînin.”

Sevilay Çelenkê li ser nerazîbûn û rexneyên zêde parvekirina xwe ji şîroveyan re girt.

“Slavkirina serkeftinên ne yên em şaş e”

Parlamenterê berê yê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu jî li ser hesabê xwe yê medya civakî rexne li Sevilay Çelenkê girt û got:

“Silavkirina serkeftinê ku ne yên me ne û bi nasnameya mexdûrkirina vê yekê ji kêmanî ve dûrketina ji rastiyê ye. Têgihiştina neteweya serdest û psîkolojiya bindestiyê ye.”

YSPyê li ser nerazîbûnên zêde bi daxuyaniyekê piştgiriya parlamentera xwe kir û got:

“Em ê li hemberî van êrîşên ku weke rêbaza şerê taybet li dijî rêveber, parlamenter û siyasetmedarên me yên jin tên kirin di ti şert û mercan de bêdeng nemînin.”

“Lêborînê bixwazin û parvekirinên xwe jê bibin”

Hevserokê berê yê Şaxa HDPê ya Şirnexê Sabahattin Deniz jî rexne li daxuyaniya YSPyê girt û ragihand:

“Tiştek neguheriye. Têgihiştina ku xeletiyên hevûdu nabînin û kesên xelet dikin diparêze berdewam e. Eger parlamenterên bi xwerexneyî li mijarê binêrin dê nerazîbûna xelkê bibînin, lêborînê bixwazin û parvekirinên xwe jê bibin.”

“Tu li mîrata Tahir Elçî xwedî derneketî.”

Ji aliyê din ve Parlamentera CHPê ya Stenbolê Turkan Elçi jî ku Tîma Neteweyî ya Jinan a Voleybolê ya Tirkiyê pîroz kiribû rûbirûyê nerazîbûnên zêde hat.

Bikarhênerên medyaya civakî rexne li Elçi girtin û jê re got: “Tu li mîrata hevjînê xwe Tahir Elçi xwedî derneketî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst