STENBOL - Di protestoya Îsraîlê de 43 kes hatin desteserkirin

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Îsraîl Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, li dijî bazirganiya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de xwepêşandanek hat kirin, 43 ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûn hatin desteserkirin.

Grûpa bi navê “Ji Bo Filîstînê Hezar Ciwan” li cadeya Îstiklalê ya Stenbolê bi armanca hevkariya Filîstînê li dijî bazirganiya Tirkiye û Îsraîlê xwepêşandan kir û daxuyaniyek da.

Ciwanan daxwaza rawestandina bazirganiya bi Îsrailê kir.

Hêzên ewlehiyê bi awayekî tund midaxeleyî xwepêşanderan kirin û 43 kes bi lêdan hatin kelepçekirin û desteserkirin.

Polîsan kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê.

CHPyê ji bo şopandina rewşa ciwanan parlamenterên xwe Yunus Emre û Alî Gokçek erkdar kirin.

Her du parlamenter çûn Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê.

Li gorî daxuyaniya parlamenterên CHPyê 38 ciwan hatine berdan û 5 ciwan din jî dê piştî kontrola bijîşkî bên berdan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî li ser tundûtûjiya polîsan a li hemberî xwepêşanderan got:

“Ji ber dîmenên tundûtûjiyê 2 polîs bi awayekî demkî ji kar hatin dûrxistin û ji bo lêpirsîna bûyerê 2 mufetîş hatine erkdarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst