Stenbol (Rûdaw) - Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mezintirîn û bibandortirîn saziya têkoşer e li hember şîdeta li ser jinan bi dozeke girtinê ve rûbirû ye. Li Stenbolê di sêyemîn danişîna dozê de malbatên ku kesûkarên wan hatine kuştin weke şahid hatin guhdarkirin. Tevî ku her sal bi sedan jin ji hêla mêran ve têne kuştin û hewla herî mezin bo cezakirina kujêran û rawestandina kuştina jinan jî ew platform dide, doza ku ji bo girtinê berdewam dike dibe sedema nerazîbûna jinan. Doz ji bo 13 îlonê hate taloqkirin.
Fîgen Aktaş a 50 salî ku niha ji Dadgeha Stenbolê derdikeve ji bo sedemeke têra xwe balkêş li pêşberî dadgehê bû. Di Adara 2015an de keça wê Denîz Aktaş a 20 salî ji hêla mêrekî ve hate kuştin. Bi xwe hewl da kujêrê wê bide cezakirin lê hêza wê lê nebû. Di wê qonaxê de jî jinên din xwe gîhandin wê.
Platforma Emê Kuştina Jinan Bidin Rawestandin piştgiriyeke mezin him li dadgehê him jî ji hêla derûnî ve dan wê û kujêr bi cezayê heta hetayê hate cezakirin. Lê niha bi hinceta ku ‘çalakiyên ne qanûnî û derveyî exlaqê’ dikin tê xwestin ku komeleya vê platformê bê girtin. Fîgen Aktaş jî weke şahid hatiye dadgehê da ji wan re bibêje ku ew platform tenê piştgiriya jinan dike û tu karekî ne qanûnî ne exlaqî nake.
Fîgen Aktaş got, “Dema ku Denîz hate kuştin polîs li ber derî bûn. Ez bi rêya peyamekê gihîştim platformê. Bi dirêjahiya 16 danişînan piştgiriyeke mezin ya derûnî û hiqûqî dan min. Hîna jî piştgiriya wan berdewam dike. Min tu tevgereke wan ya derveyî hiqûqê û ne exlaqî heta niha nedîtiye.”
Li gor amarên ku platform radigihîne di sala 2022an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 334 jin hatine kuştin. Di meha yekê ya îsal de 31 jin, di sibatê de 11 jin û di adarê de jî 23 jin hatine kuştin û kuştina jinan weke yek ji kêşeyên ku nayê çareserkirin berdewam dike. Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin jî bo karûbarên fermî bi heman navî komeleyek avakir û piştgiriya hiquqî û manevî bo emû malbaten ku kesûkarên wan hatine kuştin dide û hewl dide rê li ber kuştina bigire. Lê ew doz niha wetereya dawîlêanîna vê têkoşîne li xwe digire.
Parêzer Rûkiye Leyla Surer anî ziman, “Tişta ku Platforma Emê Kuştina Jinan Bidin Rawestandin ew e ku ligel wan jinan rawesta da ku rastî tundutûjiyê hatine. Ew 6 sal in li vê avahiyê di derheqê me de lêpirsîn berdewam dike. Di heman avahiyê de em dikevin dozên wan jinên ku hatine kuştin lê ne tu parastin ne îfadeyek ji me tê xwestin. Lêpirsîneke veşartî didome.
Sekretera Giştî ya Komeleyê Fîdan Ataselîm got, “Armanc çavtirsandin e. Naxwazin ku jin azad û wekhev bijîn. Naxwazin ku jin dawî li zewaca xwe bînin. Dema rastî tundutûjê hatin ji wan tê xwestin ku çokên xwe bişkînin û li cihê xwe rûnin. Dixwazin dema hatin îstîsmarkirin jin dengê xwe nekin û serî li cihekî nexin. Dixwazin jin bibin koleyên wan.”
Ji gelek bajaran malbatên ku xizmên wan hatine kuştin li dadgehê amadebûn û hewl dan dadwer qanih bikin ku ew komele tenê piştgiriya jinan dike û tu karekî ne asayî nake. Rêvebir û jinên çalakvan hewla girtina komeleyê weke qonaxeke rakirina Peymana Stenbolê û betalkirina qanûnên ku jinan diparêzin dinirxînin û banga paştgiriyeke zêdetir û têkoşîneke mezintir dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse