Beştaş: Wek HDP tenê em dijî berbijêrtiya Mansur Yavaş in

07-01-2023
RÛDAW
Nîşan Meral Daniş Beştaş HDP Mansur Yavaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş derbarê mijara berbijêrê serokkomariyê yê maseya şeş partî de got ew tenê dijî berbijêrtiya Mansur Yavaş in û ji bo wan a girîng nêzîkbûna pirsa Kurd e.

Serokwekîla Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş di bernameyekî radyoyeke Rûsî de axivî û mijarên di rojevê de nirxandin.

Beştaş di axaftina xwe de amaje bi wê yekê dide ku ji bo partiya wan a girîng rêgezên hevbeş in di mijara berbijêrê maseya şeş partî yê serokkomariyê de jî ew tenê dijî berbijêriya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş in ku wî wek kesekî “Newêrek, bêhelwest û aliyekî” dibînin.

Beştaş dibêje “Zêdetirî navan ji bo me ya girîng rêgez in. Nêzîkbûna pirsa Kurd bo me rêgezek e. Mînak dijîtiya nîjadperestiyê. Divê di vê mijarê de ne wek hişmendiya heyî be. Divê rûbirûyê dema borî bibe. Divê em qebûl bikin ku Kurd jî wek hemû kesî xwedî û welatiyên vî welatî ne. Dîsan darizandina dadmend ji bo me rêgezeke bingehîn e. Herwiha rêgeza me ya bidawîkirina polîtîkaya qirkirina xwezayê jî girîng e.”

Ev di demekê de ye doza girtina HDPê di rojevê de ye û 6 partiyên opozîsyonê civîna xwe ya 10emîn pêk anîn lê di vê civînê de jî navekî hevbeş nehat diyarkirin û ji bo civîneke din hate hiştin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ragihand ku bi hinceta şertên demsalî dibe hilbijartin pêşwext bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst