Stenbol: Dayikên Şemiyê û Şebnem Korur Fincanci hatin desteserkirin

06-05-2023
RÛDAW
Nîşan Dayikên Şemiyê Stenbol Şebnem Korur Fincanci
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê yên ku dixwestin li Qada Galatasarayê ya Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê daxuyaniyekê bidin rûbirûyê midaxeleya polîsan bûn û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci jî di nav de zêdetirî 20 kesan hatin desteserkirin.

Îro Şemiyê 6ê Gulana 2023an li Qada Galatasarayê Kolana Îstîklalê ya Stenbolê di çalakiya Dayikên Şemiyê de ku dixwestin daxûyaniyekê bidin polîsan rê nedan daxuyaniya wan û zêdeyî 20 kesan ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kirine û dibêjin, di çarçoveya 945emîn hefteya çalakiya xwe de xwestine ji Kolana Îstîklalê biçin Qada Galatasarayê lê polîsan midexaleya wan kiriye û hejmarek dayik û malbatên wan hatine desteserkirin.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got, “Bêyî ku ti hinceteke bê nîşandan hejmarek Dayikên Şemiyê û birêz Şebnem Korur Fincanci hatine desteserkirin. Ev yek nayê qebûlkirin û em dê vê dorpêça nehiqûqî têk bidin.”

Vê hefteyê bi armanca piştgiriyê Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci û parêzer Meriç Eyupoglu jî beşdarî çalakiyê bûbûn.

Ligel ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) derbarê çalakiyên wan de cara duyemîn e biryara “binpêkirina maf” daye lê polîs careke din rê nadin çalakiyên Dayikên Şemiyê û dorpêç dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst