Meral Akşener vegeriya ser maseya Hevpeymaniya Milet

06-03-2023
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Meral Akşener Hevpeymaniya Millet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a ji Maseya 6 Partiyan vekişiyabû vegeriya ser maseyê û beşdarî civîna Hevpeymaniya Milet bû.

Serokên şaredariyên Stenbolê û Enqerê serdana Seroka ÎYÎ Partiyê kirin, armanca serdanê razîkirina Meral Akşener e ji bo vegera ser Maseya 6 Partiyan ku roja Înê ew mase bicih hîştibû.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Enqerê Mansur Yavaş got, “Careke din hatina ba hev daxwaza gelê me ye. Tişta ku ji me tê xwestin ev e. Me jî ev ji xwe re kiriye erk. Me ev jî ji Seroka Giştî re got dê ew jî binirxînin.”

Akşener daxwaz kiribû ku an Ekrem Îmamoglu an jî Mansur Yavaş bibe berbijêrê opozîsyonê lê 5 partiyên din ev daxwaz red kiribûn. ÎYÎ Partiyê berî civîna bi her du şaredaran re mercên careke din vegera Akşener bo ser Maseya 6 Partiyan eşkere kirin.

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu anî ziman, “Berî niha Serokên me yên şaredariyê serdana seroka me ya giştî kirin. Di dema vê serdana wan de seroka me ya giştî ji herdû serokên şaredariyê re pêşniyar kiriye ku bibin cîgirên bi bandor û karbidest ên serokkomarê 13emîn ku dê bê hilbijartin.”

Piştî civîna Serokên Şaredariyên Enqere û Stenbolê Akşener ligel Kemal Kiliçdaroglu civiya û di civînê de ev merc hatin qebûlkirin û ÎYÎ Partî cardin vegeriya ser maseyê.

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu got, “Seroka me ya giştî biryar daye ku beşdarî civîna Tifaqa Milet a li avahiya Partiya Saadetê bibe ku qasek din dest pê dike. Bo milletê me li ser xêrê be.”

Piştî vegera Akşener bo ser maseyê  civîna serokên 6 partiyan di demjimêra 16.00an de careke din dest pê kir.

Biryar e piştî civînê berbijêrê hevbeş yê Serokkomariyê ku Serokê CHPê  Kemal Kiliçdaroglu ye bi awayek fermî  bê ragihandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst