Malbata DAIŞî keça Kurd a Êzidî revandibû Enqereyê: Mijar hîn jî ne zelal e

05-11-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Malbata DAIŞî keça Kurd a Êzidî revandibû Enqereyê / Wêne: Arişîv
Malbata DAIŞî keça Kurd a Êzidî revandibû Enqereyê / Wêne: Arişîv
Nîşan Keça Kurd a Êzidî Malbata DAIŞî Enqere Halîde Turkoglu Yusuf Dere Sabbah Alî Oruç
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Karvedanên çîroka keça Kurd a Êzidî ya ku ji Şingalê hatibû revandin û li Enqereyê hatibû dîtin, berdewam in.

Endamekî DAIŞê yê bi navê Sabbah Alî Oruç keçeke Kurd a Êzidî ji Şingalê revandibû û sala 2017an anîbû Tirkiyeyê.

Endamê DAIŞê Sabbah Alî Oruç bi alikariya çend kasûkarên xwe ji keça Kurd a Êzidî re li îdareya koçberan ya Enqereyê îqame derxist.

Piştre dema ku wî endamê DAIŞê xwest keça Êzidî li ser malpera Dark Webê ya înternetê bifroşe sala 2021ê hat desteserkirin.

Herwiha keça Êzîdî jî radestî îdareya parastina zarokan hat kirin.

Lê piştî demekê îdareya navborî keça Êzidî careke din radestî heman malbata DAIŞî kir.

“Li pişt wan kesan ên ku alîkariya wan dikin hene”

Parêzer Yusuf Dere got, “Tiştekî ecêb e, mijar skandaleke mezin e.

Wezareta Malbatê li serê nasekine û îhmaleke mezin heye. Rêveberiya koçberan îhmalên mezin kirine.

Sevgî Evî ( cihê ku zarok li dimîne) dîsa gelek ihmalkariyên mezin nîşan dide.

Ez bawer dikim ku li pişt wan kesan ên ku alîkariya wan dikin hene.

Loma ev skandal dema dibe rojev tometbar tê girtin lê piştî mijar ji rojevê derket dîsa tê berdan. Ya rastî tiştekî ecebê e û li dijî hiqûqê ye.”

Piştî nerazîbûnên zêde yên raya giştî Parêzegariya Enqereyê ragihand ku ew zarok careke din di bin parastina Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî de ye û doza Sabbah Alî Oruçê DAIŞî, li 15emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam e.

Li gorî agahiyan, Sabbah Alî Oruç roja 26ê Çiriya Pêşînê çûye navenda asayîşê û roja 27ê heman mehê çûye Dadgeha Enqereyê û bi tohmeta “bazirganiya mirovan a navdewletî” îfade daye.

“Wan çawa zaroka keç çawa aniye, çawa ji sînoran derbas bûne?

Berdevka Encumenan jinan a HEDEPê Halîde Turkoglu wiha anî ziman:

“Em wekî komisyonên pêwendîdar û encûmena jinan dozê ji nêzîk ve dişopînin.

Em beşdarî pêvajoya dadgehê jî dibin û daxuyaniyên pêwîst jî didin.

Gelek berpirsiyariyên parlementoyê û saziyên fermî hene.

Pirsa girîng ev e ku wan çawa zaroka keç aniye, çawa ji sînoran derbas bûne?

Bazirganiya mirovan heye. Hûn dizanin li Şingalê komkujiyek hat kirin û em dibînin ku gelek şirîkên vê komkujiyê hene.”

DAIŞî nehatiye girtin

Pêvajoya dadgehkirina Sabbah Alî Oruç bi awayekî nihênî bi rê ve diçe û doz taloqî 8ê Kanûna Paşîn a 2024an hat kirin.

Tevî ku di rûniştina 26ê Çiriya Pêşînê de derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn jî Sabbah Ali Oruç li navenda asayîşê û dadgehê nehatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst