Erdogan dema serdana Putîn eşkere kir

05-08-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Putîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku dê Serokê Rûsyayê di nava vê mehê de li Tirkiyeyê be.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê piştî nimêja Înê bersiva pirsên rojnamavanan da.

Erdogan li ser "xebatên partiya xwe yên ji bo hilbijartinên xwecihî", "serdana Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn ya Tirkiyeyê" û "biryarên Şûraya Bilind a Leşkerî ya Tirkiyeyê" axivî.

Recep Tayîp Erdogan li ser pirseke derbarê hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an û xebatên partiya xwe de got:

“Em lêkolînan li ser hemû Tirkiyeyê dikin û em li ser vê yekê berdewam in. Armanca me ew e em berbijêrên herî guncav destnîşan bikin û hilbijartinan bi serkeftineke herî baş derbas bikin.”

“Em bi Rûsyayê re ne”

Erdogan amaje bi serdana Putîn a ji bo Tirkiyeyê jî da û got:

“Heta niha demek diyar nebûye. Wezîrê min ê karên derve û serokê min ê Saziya Îstixbaratê hevdîtinan dikin.

Di çarçoveya hevdîtinan de ez di wê baweriyê de me ku ev serdan dê di nava meha tebaxê de pêk bê.”

Serokkomarê Tirkiyeyê li ser berdewamiya veguhestina dexlûdanên Rûsyayê ya ji bo welatên Afrîka û hejar ên cîhanê jî got:

“Em di vê mijarê de bi Rûsyayê re ne. Ew dexlûdanên ku ji Rûsyayê bi rêya Korîdora Deryaya Reş tên, dê li cem me bibin ard û em dê ard ji vê derê ji welatên kêmgeşekirî û hejar ên Afrîkayê re bişînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst