RAPIRSÎ - Erdogan di hilbijartinên Serokkomariyê de bisernakeve

05-06-2022
RÛDAW
Nîşan MetroPOLL Rapirsî Tikriye Recep Tayyîp Erdogan Hilbijartinên Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a MetroPOLL encamên rapirsiya xwe ya meha Gulanê ya derbarê hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê de belav kir. Li gor wê rapirsiyê ew kesên ku dibêjin Serokkomarê Tirkiye di hilbijartinên bê de bisernekave, bi rêjeya ji sedî 49, 3 xalan li pêş in.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan hatiye pirsîm “Eger vê Şemiyê hilbijartin bibe û Erdogan careke din bibe berbijêr bi nêrîna we dê biserbikeve? “

Ji sedî 46ê beşdarvanan  gotine ku Erdogan dê careke din biserbikeve û bibe serokkomar, lê li beramaber wan ji sedî 49ê beşdarvanan jî gotine Erdogan bisernakeve û nabe Serokkomar.

Xwediyê Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a MetroPOLL Ozer Sencar jî encamên wê rapirsiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belevakirine û gotiye “Eger vê Şemiyê hilbijartina Serokkomariyê bibe, ew kesên ku dibêjin Erdogan bisernakeve derdora 3 xalan li pêş in.”

Encamên rapirsiyê wiha ne

%22.8 teqez biserdikeve

%23.1 biserdikeve

%29.4 bisernakeve

%19.0 teqez bisernakeve

%5.7 ti nêrîneke min nîne

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst