Otobusa xwendekaran qeza kir; 33 birîndar hene

05-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Susurlukê ser bi parêzgeha Balikesirê ya Tirkiyê, îro 5ê Gulanê otobusa xwendekaran a geştyariyê li barhilgirekê da û di encamê de 33 kes birîndar bûn.

Li navçeya Susurlukê li ser rêya Bursa-Balikesirê otobusa şofêrê wê Veli Korkut a geştyariyê ku xwendekarên dibistana amadehiyê vediguhestin li pişt re li barhilgirekê da. Di encama bûyerê şofêr û alîkarê şofêr û 31 xwendekar birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. 33 birîndar bo nexweşxaneyên cuda yên Susurluk û Balikesirê hatin veguhestin.

Hat ragihandin rewşa birîndaran bi giştî baş e û metirsiya wan a canî nîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst