Mehmet Kamaç: Têkiliya girtina Îmamoglu bi pêvajoya çareseriyê re heye

24-03-2025
Mehmet Kamaç û Dildar Herkî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mehmet Kamaç û Dildar Herkî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pêvajo PKK Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç got, “Têkiliya girtina Ekrem Îmamoglu bi pêvajoya çareseriyê re heye, hem di nava opozisyonê û hem jî di nava desthilatê de li ser vê meseleyê nakokî hene.”

Abdullah Ocalan 27ê Sibatê bang kir ku PKK çekan deyne û xwe fesix bike.

Piştî vê yekê çav li gavên PKK û dewletê yên ji bo “pêvajoya çareseriyê” ne.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Dildar Herkî yên li ser rojavê bersivandin.

“Divê desthilata Tirkiyeyê jî pêngavên pratîk biavêje”

Mehmet Kamaç diyar kir pêdivî bi gavên dewletê heye û li pey çû:

“Em vê pêvajoyê cidî dibînin. Çi dikeve aliyê me, em her roj bi cih tînin. Eger pêvajoya çareseriyê dest pê bike divê desthilata Tirkiyeyê jî pêngavên pratîk biavêje.

Ji bo çekdanînê divê zemîna siyasî û hiqûqî jî were avakirin.”

“Qendîl bi zelalî dibêje…”

PKK gelek caran peyama dide ku pêwîst e Ocalan bi awayekî tev li kongreyê bibe.

Mehmet Kamaç ev yek bi bîr anî û got, “Qendîl bi zelalî dibêje ku divê Birêz Ocalan kongreyê bi rê ve bibe.”

Divê were gotin ku DEM Partiyê beriya Newrozê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû da ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike lê ev yek hîn pêk nehatiye.

Parlamenter Kamaç destnîşan kir ku “Wan nexwest berî Newrozê peyameke Birêz Ocalan were.”

Gotinên Mansur Yavaş

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş ji Alaya Kurdistanê re gotibû “paçik” û ev gotinên wî bûbûn sedema gelek bertekan.

Kamaç jî amaje bi vê heqerata wî kir û got, “Em gotinên Mansur Yavaş bi tundî şermezar dikin.”

“Têkiliya girtina Ekrem Îmamoglu bi pêvajoya çareseriyê re heye”

Li hêla din, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu hat girtin û ji karê xwe hat dûrxistin.

Parlamenterê DEM Partiyê li ser girtina Îmamoglu ev nirxandin kir:

“Têkiliya girtina Ekrem Îmamoglu bi pêvajoya çareseriyê re heye, hem di nava opozisyonê û hem jî di nava desthilatê de li ser vê meseleyê nakokî hene.

Ji ber ku sekneke zelal a CHPyê nebû Îmamoglu hat girtin û ev operasyon hat kirin.

Divê CHP sekna xwe zelal bike lê desthilat jî ne zelal e.”

“Ev Newroz sekna gelê Kurd nîşan dide”

Newroza îsal li seranserê Kurdistanê û gelek deverên cîhanê bi şahiyeke mezin hat pîrozkirin.

Kamaç ev yek coş û tevlîbûna zêde wekî nîşaneyeke piştgiriya ji bo pêvajoyê şîrove kir û anî zimên:

“Gelê Kurd ev Newroz cudatir pêşwazî kir, ev yek sekna gelê Kurd a ji bo pêvajoya çareseriyê jî nîşan dide.

Ev peyamekê dide desthilatê ku gelê Kurd li pişta vê pêvajoyê disekine.”

Parlamenterê Amedê her wiha amaje bi “provokasyonan” da û got, “Wekî ku Mansur Yavaş kir, hinek kes dixwazin provokasyonan jî bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst