Piştî qezayê reviya, polîsek kuşt

05-03-2024
Nîşan Samsun Qeza Polîs Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Samsunê yê Tirkiyeyê ajokarê ku piştî qezayê reviya li polîsekî xist û ew kuşt.

Ajokarê ku li ser rêya Samsun û Enqereyê qeza kir ji cihê qezayê reviya.

Polîsê bi navê Orhan Mutlu (46) xwest wî li navçeya Havzayê ya Samsunê rawestîne lê ajokar ranewestiya û bi otomobîla xwe li wî polîsî da.

Orhan Mutlu li cihê qezayê mir û polîsê bi navê A.S.V. jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê polîsê birîndar rakir Naxweşxaneya Dewletê ya Havzayê.

Tîman termê Orhan Mutlu jî veguhast morga heman nexweşxaneyê.

Li hêla din, ajokarê bi navê Ozgur B. û kesekî din ê ku di otomobîla wî de bû hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst