Başak Demirtaş: Di 5 salan de tevî hemû tiştan me hêviya xwe wenda nekir

04-11-2021
RÛDAW
Başak Demirtaş, Hevjîna Selahattin Demirtaş
Başak Demirtaş, Hevjîna Selahattin Demirtaş
Nîşan Başak Demirtaş Selahattin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna Serokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş bi helkefta pêncemîn salvegera girtina hevjînê xwe Selahattin Demirtaş peyamek belav kir û got: “Îro 5 sal qediyan. Di 5 salan de tevî hemû tiştan me hêviya xwe wenda nekir.”

4ê Mijdara 2016ê, hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yûksekdag û 11 parlamenterên din ên HDPê li bajarên cuda, ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatin girtin. Di ser girtina Demirtaş û hevalên wî re 5 sal derbas bûn.

Başak Demirtaş, di pêncemîn salvegera girtina hevjînê xwe Selahattin Demirtaş de li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek belav kir.

Başak Demirtaş dibeje:

“Merheba. Îro 4ê Mijdara 2021ê ye. Di ser birina Selahattin û hevalên wî re ji malên wan bi awayekî nehiqûqî ku wek hatin revandin 5 sal derbas bûn. Sibe em dikevin sala şeşan. Me di 5 salan de 20 mehan ango nêzîka 2 salan bi Selahattin re hevdîtinên rûbirû nekirin. Bi mehan me nikaribû hevdîtinên girtî jî bikin. Li derve li ser navê pandemiyê tiştek nema, lê tevî ez, Selahattin û keçên me ku me 2 doz derzî li xwe dane, bi maskeyan jî em nikarin hevdîtinên rûbirû bikin.

Di 5 salan de ligel hemû tiştan me hêviya xwe ti caran wenda nekir. Ne îrade û ne jî baweriya me neşikest. Em dizanin edalet, azadî û wekhevî ne dûr in. Di nav van salan de tenê me berdêl nedan. Ji ber hiqûq kirine bin lingan wek 85 milyonan em hemû bedelan didin. Ger demokrasî û hiqûq nebe nan jî nabe.

Bifikirin, dema Selahattin û hevalên wî xistin girtîgehê, dolar 3 lîre bû. Îro ji ber bêhiqûqiyên ku bûne sedema têkçûna aborî dolar niha 9 lîre û nîv e. Ango ji ber opozîsyonê bêdeng bikin nirxê pereyê me ji %300 kêm bû. Tenê ne ewqas. Cûdakarî kûrtir kirin. Wiha kirin cîran li cîranê xwe bi çavekî xirab dinêre. Kêf û aramiya welêt ku ne temam bû ji holê rakirin û mirov ji jiyana wan acizkirin. Wiha lê hat, ji her 4 ciwanan 3ê ji bo li welatekî din bijîn dixwazin ji Tirkiyê herin.

Erê, belkî 5 salan karibûn Selahattin û hevalên wî li hundir li şaneyê bigrin, lê nikaribûn deng û hêza wan kêm bikin. Dema em vedigerin li vî welatê xweş ku kirine cihê agir dinêrin, gelo li wê difikirin ku tişta kirine li ber ket, bi rastî ez gelekî meraq dikim.

Teve hemû tiştî em hêvîdar in, berxwedêr in û zanin dê demokrasî biserkeve, dê tekez biserkeve. Bi rastî gelek tişt hene ku bên gotin, lê wek Selahattin di Efsunê de dibêje, pêwîst nake. Ji hemû kesan re xoşewîstî, slav û rêz.”

Tevî ku cezayê girtîgehê yê Demirtaş bi dawî bûye û herwiha tevî ku Dadgeha Bilind a Mafên Mirovan a Ewropayê biryara serbest berdana wî daye, lê hikûmeta Tirkiyê heta niha rê nedaye ku Demirtaş bê azadkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst