Li otomobîla rawestiyayî da: 3 mîrî, 2 birîndar

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Aksaray Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di bûyera trafîkê ya ku li navçeya Eskîl a parêzgeha Aksarayê ya Tirkiyê pêk hat de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li serê rêya Aksaray-Konyayê otomobîla ku Dinemî G. diajot li otomobîla Seyît Alî Tarhan a ku di lampeya sor de rawestiyayî da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di bûyerê de Seyît Alî Tarhan (65), birayê wî Adem Tarhan (63) û hevjîna wî Meryem Tarhan (56) li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan.

Herwiha Dinemi G. û Aysel G. ku bûyerê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Aksarayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst