Balafira ku ji Enqereyê diçû Erzinganê ‘ji ber bombeyê’ vegeriya

04-05-2024
Nîşan Enqere Bombe Balafir Erzingan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafira ku ji Enqereya paytexta Tirkiyeyê diçû parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê ji ber îxbara bombeyê careke din vegriya Enqereyê.

Li gorî agahiyan, balafira AJetê ya ku sefera VF-4150î dikir şeva borî saet 23:55an ji Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê rabû da ku here Erzinganê.

Piştî balafir rabû bi demekê ji pîlot re hat gotin ku di balafirê de bombe heye.

Balafir piştî vê îxbarê careke din vegeriya Balafirgeha Esenbogayê.

Rêwî ji balafirê daketin û tîmên pispor bi alîkariya kûçikan li balafirê geriyan.

Piştî wê li valîz û çenteyên rêwiyan jî geriyan.

Dema lêgerîn xelas bû hat fêhmkirin ku îxbar ne rast e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst