Li 11 navçeyan Enqerê dê deng ji nû ve bên hejmartin

04-04-2019
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Enqere AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî îtiraza AK Partiyê li 11 navçeyên Enqerê dengên ku ji bo serokatiya şaredariya mezin hatine bikaranîn dê ji nû ve bên hejmartin.

 

Daxwaznameya îtirazê ya ku AK Partiyê pêşkêş kir ji aliyê Desteya Hilbijartinê yên Navçeyên ên Polatli, Çubuk, Pursaklar, Altındag, Golbaşi, Şereflikoçhisar, Keçioren, Sincan, Bala, Çankaya û Çamlidereyê hatin qebûlkirin.

 

Biryar hat dayîn li wan 11 navçeyên navborî dengên ku ji bo serokatiya şaredariya mezin hatine bikaranîn ji nûve bên hejmartin.

 

Li Enqerê di hilbijartinên 31ê Adarê yê rêeveberiya herêmî de li gor encamên nefermî berbijêrê CHPê Mansur Yavaş bi rêjeya ji sedî 50,19 a dengan Serokatiya Şaredariya Mezin a Bajarê Enqerê bidest xistibû û Berbijêrê AK Partiyê Mehmet Ozhasakî bi rêjeya ji sedî 47.12 denga di rêzê duyem de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst