Sibatê dîsa jin hatin kuştin: Kî, çima jinan dikuje?

04-03-2024
RÛDAW
Nîşan Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin Sibata îsal 36 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin ku 10 ji wan li Stenbolê hatine kuştin.

Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya Sibata 2024an eşkere kir.

Li gorî raporê meha borî 36 jin hatine kuştin û 17 jin jî bi awayekî biguman mirî hatine dîtin.

Li gorî raporê ji 36 jinan 17 ji wan ji ber ku xwestiye cuda bibin û lihevkirin red kiriye hatine kuştin.

Herwiha 2 ji ber hinceta aborî, jinek bi hinceta fesadiyê, jinek ji ber pereyên madeyên hişbir, jinek bi hinceta ku ketiye rêya xirab, 2 jin jî bi hinceta ku piştgirî daye biryara keç û xwişka xwe hatine kuştin.

Jinek jî ji ber parastina dayika xwe kiriye hatiye kuştin lê sedema kuştina 12 jinan nehatiye diyarkirin.

Jin bi kîjan sedeman hatine kuştin?:

17 - Xwestiye bixwe biryara xwe bide

2 - Aborî

1 - Fesadî

1 - Nedana pereyê madeyê hişbir

1 - Ketina rêya xirab

2 - Parastina keç û xwişka xwe

12 - Sedem nediyar e

Herî zêde jin li kû derê hatine kuştin?:

17 - Mal

11 - Kolan

2 - Otel

1 - Zewî

1 - Cihê vala

2 - Otomobîl

1 - Avahî

1 - Kargeh

Ji aliyê kê ve hatine kuştin?:

10 - Hevjîn

7 - Hevjînê berê

7 - Xoşewîst

4 - Bav

3 - Kur

2 - Nas

1 - Nenas

2 - Nediyar

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst