Li marangozxaneya Koşka Dolmabahçeyê şewat derket

04-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Beşîktaşa Stenbolê di marangozxane ya Koşka Dolmabahçeyê de şewat derket. Tîmên agirvemirandinê destwerdan kirin û piştî demekê şewat hat kontrolkirin.

Di kargeha ku berhemên dîrokî yên li beşa Selamlikê ya Koşka Dolmabahçeyê lê dihatin restorekirin de, ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Xebatkarên wê derê pê hesiyan ku agir derketiye û zû agahî dan berevaniya sivîl û tîmên agirvemirandinê.

Ji şaredariyên Beşîktaş û Beyogluyê îtfaiye ji bo vemirandina agir çûn cihê bûyerê.

Tîmên agirvemirandinê piştî demekê agir kontrol kirin.

Derbarê sedema şewatê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst