Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 5,3 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) li ser malpera xwe diyar kir ku saet 20:03yan li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 5,3 pileyan çêbûye.
AFADê kûrahiya wê jî wekî 6,45 kîlometreyan pîva.
Hat destnîşankirin ku li gorî tesbîtên destpêkê erdhejê ti zerer negihandiye xelkê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse