RAPIRSÎ – Kesên encam pêşbînî kirin axivîn

03-11-2015
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Parlamento Hilbijartinên Tirkiyê AK partî CHP MHP HDP Optimar A&G
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Piraniya şirketên lêkolînan di rapirsiyê xwe de yên ji bo pêşbîniyên hilbijartinên 1ê Mijdarî şaş derketin.

 

Şirketa pêşbîniyên xwe, herî nêzîkî encama hilbijartinan dayî A&G a di bin rêveberiya Adil Gur de bû. Piştre jî şirtketa Optimarê bû.

 

Serokê Rêveberiya Şirketa Optimarê Hilmî Daşdemir derbarê rapirsiyên xwe û encamên hilbijartinan de daxuyanî da Rûdawê.

 

Hilmî Daşdemir derbarê rapirsiyên xwe de wiha got:

 

“Di hilbijartinên herêmî de ku piştî bûyerên 17 û 25ê Berfenbarê pêk hatibûn, me bawerî bi lêkolînên xwe anîn û me got, AK Partî dê serbikeve. Encam weke me got derket. Di hilbijartinên Serokomeriyê de jî me gotibû Recep Tayyip Erdogan dê dora yekemîn de serbikeve. Ev di dora yekemîn de serketibû em dîsa rast derketibûn.”

 

Daşdemîr anî ziman, wan di hilbijartinên 7ê Hezîranê de rêjeya dengên AK Partî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşbînî nekiribûn, lê rêjeya partiyên din pêşbînî kiribûn û wiha domand:

 

“Me got, di hilbijartinên 1ê Mijdarê de AK Partî dê bi serê xwe bibe desthilatdar. Weke gotina me derket holê. Her çi qasî pêşbîniyên me  weke ya Adil Gur nêzîkî encam dernketibe jî lê em di pêşbînîkiriyê de bûn şirketa duyem. Ez şirketa A&G û Adil Gur pîroz dikim. Herwiha ez tevahiya karmedên Optimarê jî pîroz dikim.”

 

Adil Gur: Encam ne surprîz bû

 

Rêveberê A&Gê Adil Gur jî ji malpera internethaber.comê re derbarê rapirsiyên xwe de wiha got: “Beriya hilbijartinan me rapirsiyek çêkir. Li gor rapirsiya me rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 47,2 û rêjeya dengên CHPê jî ji sedî 25,3 derket. Me rêjeya dengên ji derveyî Tirkiyeyê hatîn bikar anîn tevlî wê encamê nekiribû. Me zanî heger em rêjeya dengên ji derveyî Tirkiyeyê hatîn bikar anîn tevlî wê bikin dê rêjeya dengên AK Partiyê bibe zêdetirî ji sedî 48ê. Ji ber wê yek encam ji bo me nebû surprîz.

Gur herwiha anî ziman. sedema serkeftina AK Partiyê, “daxwaza aramiyê” bû.








Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst